PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî digel General McFarlan civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Matthew McFarlane Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir.

Di civînê da ku, birêzan Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên payebilindên Wezareta Pêşmerge amadebûn, pêngavên çaksazî û birêxistinkirina Pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê da ji bo rûbirûbûna terorê, gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya Amerîka û Hevpeymanan li Pêşmerge û artêşa Iraqê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku tevî astengî û pirsgirêkan, Wezareta Pêşmerge li ser proseya çaksazî, rêxistin û yekxistina Pêşmerge berdewam dibe. Herwiha spasiya Amerîka û welatên din ên dost jî kir ku di vê proseyê de alîkarî û piştevaniya wan dikin.

Her du alî hevfikir bûn ku, hêşta DAÎŞ li Sûriyê û Iraqê metirsiyeke ciddî û rasteqîne ye û gefan li aramî û seqamgîriyê dike, ji bona vê yekê jî tekîd li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya Hevpeymana Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkarî û hevahengiya di navbera Pêşmerge û arteşa Iraqê ji bona rûbirûbûna terorê û nehêlana wî bi yekcarî, kir.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa kampa Holê li Sûriyê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button