Herêma Kurdistanê êdî dikare bi qanûnî petrolê bifroşe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser projeyasaya bûdçeya sala 2023ê li hev kirin.
Li gor rêkeftina ku hatiye kirin, Iraq bi awayekî yasayî qebûl dike ku Herêma Kurdistanê petrola xwe bifroşe. Di encama lihevkirinan de, Encûmena Wezîran a Iraqê diyar kir ku pişka Herêma Kurdistanê a ku ji bûdceya sala 2023ê hatiye terxankirin wê ji sedî 12.67 be.
Li gor hatiye ragihandin, biryar e di Cotmeha îsal de li Herêma Kurdistanê û Iraqê serjimêriya giştî ya nifûsê bê kirin. Eger di serjimêriya ku tê kirin de rêjeya welatiyên li Herêma Kurdistanê dijîn ji sedî 12.67 zêdetir be, pereyên ku li Herêma Kurdistanê kêm bikevin li gorî mehên borî wê ji aliyê Iraqê ve bê dayîn.
Li gor rêkeftinê, hikûmeta Iraqê wê mesrefên şîrketên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin bide, wê bi awayekî yasayî firotina petrolê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve qebûl bike. Wekî din lihevkirinek hat kirin ku hesabekî banqê bê vekirin û her meh pişka bûdçeya Herêma Kurdistanê li ser vî hesabî bê veguheztin û tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vî beşî re mijûl bibe.
Herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat qebûlkirin ku pereyê 250 hezar bermîlên petrolê yên ku hatine firotin bide Iraqê da ku xalên rêkeftinê wek berê bên cîbicîkirin.