Mesrûr Barzanî: Kurdistan rêzê ji îradeya miletên li deverê digire
Şêwinmendê Konseya Ewlekariya Niştimanî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li sefîra Awisturalyayê ya Iraqê Lyndall Sachs û şandeya pê re kir.
Di civînekê de, Mesrûr Barzanî li ser rewşa aloza Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê got ku, problema esasî ya krîza li Iraqê eqliyeta îdarî ya berpirsên Bexdayê ye û nebûna baweriyê di navbera aliyên siyasîyên Îraqê ye:
– Ji bo çareserkirina kirîza Îraqê pêwsîte hemû pêkhateyên nav Îraqê bi xwesteka xwe li hev bikin û bi hev re bijîn. Çêname tu kes û alî bikaranîna şidetê ajandeya xwe li ser hemû Îraqê feriz bikin.
Li ser rewşa herêmî û bûyerên li Suriyeyê çê dibin, Mesrûr Barzanî got:
– Kurdistan rêz û hurmetê ji îradeya miletên li deverê digire û piştgiriya xurtbûn û geşbûna demokrasiyê dike. Guhortinên li deverê çêdibin divêt ji rêya xwe ya rast dernekevin û armanc jê bextewarî û aştî bo gelên deverê be.
Sefîra Awisturaliyayê ya Îraqê pêşkeftin û avadaniya herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, welatê wê dixwaze bi awayekî aktîvtir beşdariyê di bazarê Kurdistanê de bike.