Hevdîtin li Munchenê berdewamin
Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Kuweytê civiya
Îro di çarçoweya Konferansa Asayîşê ya Munchenê de Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Kuweytê birêz Selm Ebdulah Cebr El-Sabah kir.
Di hevdîtinê de her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên dualî yên Kuweytê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser giringiya hevkarî û têgihîştina welatên navçeyê ji bo parastina aştî, ewlehî, aramî û çareserkirina kêşeyên heyî kirin.
Her wiha rewşa siyasî, aborî û emnî ya Iraqê gotûbêj kirin. Wezîrê Derve yê Kuweytê piştevaniya welatê xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane nîşan da.
Her wiha peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel welatên cîran, pêşhatên dawî yên li Sûriyê û navçeyê û çend mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî digel Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrupayê civiya
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munich ê da, roja şemiyê 18.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel Josep Borrell Cîgirê Serok û Berpirsê Bilindê karûbarên Peywendiyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewrupayê civiya.
Di civînê da, pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî terorîstan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên Yekîtiya Ewrupayê û derfetên zêdetir berfirehkirina hevkariyên hevbeşên di navbera wan gotûbêj kirin.
Birêz Josep Borrell tekez li ser berdewamiya pîştgiriya Yekîtiya Ewrupayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê û prosesa binyatnana saziyan û serxistina diyaloga Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, herwesa ragihand ku aramî, seqamgîrî û xweşgozeraniya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewrupayê gelek girînge.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Yekîtiya Ewrupayê kir ji bo piştevaniya serbazî, mirovî û siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û xwesteka Herêma Kurdistanê bo pêşxistina têkiliyan di hemû waran da û berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên aborî û emnî ligel Yekîtiya Ewrupayê nîşan da.
Di civînê da rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, pirsa şerê Ukraynayê û encamên wê, çawaniya çareserkirina kirîza enerjiyê li Ewrupayê, rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Parlamentoya Almanyayê civiya
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munich ê da, îro şemiyê 18.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî di digel şandeke Parlamentoya Almanyayê bi serokatiya birêz Thomas Erndl Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Derve ku ji hejmareka parlamenterên her du partiyên CDU û CSU pêkhatibû, civiya.
Di civînê da, peywendiyên Almanyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, şerê li dijî terorê û berengarbûna gef û metirsiya DAIŞê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya leşkerî û mirovî ya Almanyayê û parlamentoya wî welatî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û dirêjkirina erkên hêzên xwe di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, herwesa ji bo naskirina komkujiya Êzdiyan weke jenosid dupat kir.
Şandeya Parlamentoya Almanyayê rol û karîgeriya Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê û têkşikandina DAÎŞê da bilind nirxand û tekîd kir ku Almanya wek hevbeşek bi girîngî li têkiliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û piştevaniya aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan dike.
Şerê Rûsya û Ûkraynayê, rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û astengiyên rûbirûyê cîhanê dibin çend mijarên din yên civînê bûn.