Medya Brîtanî erdheja Mereşê kir rojeva nûçeyan
Piştî erdheja wêranker a li Mereşê, hejmara kesên ku li Tirkiye, bakur û rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan 33 hezara derbas bû.
Rojnameyên Birîtanî rewşa karasata erdhejê di manşetên xwe de didin.
Çend nûçeyên rûpelên pêşî yên rojnameyên Duşemê ev in:
Rojnameya The Sun, bal kişand ser 1 milyon Euroyê ku di çarçoveya alîkariya însanî ya ji bo mexdûrên erdheja li Birîtanya bi sernavê “Milyonek spas” hat berhevkirin.
Metro: “150 saet bi saxî hat rizgarkirin.” Metro bi wêneyê keçeke biçûk a ji bin xirbeyan hatî rizgarkirin derxist pêş.
Rojnameya Financial Times jî bi sernivîsa dibêje: “Kêmasiyên avahîsaziyê: Tirkiye ji ber standardên nebaş peymankaran digre ku dibe sedema zêdebûna hejmara miriyan.” Tirkiye niha mitahêdan digire.
Rojnameyê nivîsand ku “Rayedarên Tirkiyeyê ji bo 113 peymankaran biryara girtinê da, li ser îdiayên ku belav bûne ku dibêjin ku windahiyên mezin ên jiyana xwe ji ber xebatên avahîsaziyê yên ne kalîte zêdetir dikin.”
Li aliyê din Rojnameya Guardianê bi sernavê “Keçek 10 salî piştî 147 saetan ji binê xirbeyan hat derxistin” û bal kişand ser rizgarkirina keça 10 salî ya ku navê wê Cûdî ji 100 hezarî. Li Hatayê piştî 147 saetan ji bin xirbê avahiyekî hate rizgarkirin..