Nabê sistî di pêkanina biryaran de çêbibe
Hukumeta Kurdistanê di bin serokatoya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya û di civînê de tekîd li ser cîbicîkirina madeya 140ê kir.
Di destpêka civînê de, civata wezîrên Kurdistanê ew êrîş û kriyarên terorîstiyên îro li Kerkûk û duaxormatu qewimîn û di encam da hijmareke hevwelatî û karmendên hikûmî şehîd û birîndar bûyîn, şermezar kirin.
Civata wezîran sersaxî pêşkeşî malbatên qurbaniyên wan kiryarên terorîstî kirin û daxwaz kir ku, Xwedayê mezin şehîdan bi beheştê şad bike û birîndaran jî zû çak bibin.
Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di civînê de careke din tekîd li ser wê yekê kir ku, ev êrîş û kiryarên terorîstî wê yekê îspat dikin ku, ji bona rewşa wan deveran aram bibe û emin û îstîqrar bicih bibe, divê pirsa deverên kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bê çareser kirin û madeya 140 a destûra Îraqê jî bê cibicîkirin.
Di civînê de tekîd li ser piraktîzekirina biryar, tewsiye û rênîşanderên serokatiya hikûmeta Kurdistanê û civata wezîran hat kirin û divê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê got:
– Texîrkirin û sistî di piraktîzekirina biryar û tewsîyeyan de nayê qebûl kirin û divê biryarên civata wezîrên Kurdistanê di dema wan de bê sistî û kêmasî bên cîbicîkirin.
Civîna civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê biryar de ku, ji bona organîzekirina hawirdekirina (import) otomobîlan bo herêma Kurdistanê, komîteyek taymetmend bê pêkanîn û heta ew komîteye biryar û tewsiyeyên xwe amade dike, hawirdekirina otomobilan bo herêma Kurdistanê bê qedexekirin û di vî warî de wezareta bazirganî û pîşesazî a herêma Kurdistanê digel wezareta pîşesaziya hikûmeta Îraqê hevahengiyê bike.
Civînê, herwesa, biryar da ku, aliyên peywendîdar pirojeyekî ji bo cezakirina yên ku jîngehê pîşs dikin, amade bike.