Pêvajoya nû dibe “pêvajoya Hewlêr“
Selahedîn Demîrtaş hevserokê BDPê di preskonfrensekê de behsa pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kurdî li Tirkiyeyê kir û pêşniyar kir ku, navê vê pêvajoyê bikin (pêvajoya Hewlêrê) û PKK û hikûmeta Tirkiyeyê li Hewlêrê bicivin.
Di bersiva pirseka rojnameya huryet de ka gelo Ebdula Ocelan peyamek ji PKKê re şandiye ku, çek deynin, Demîrtaş got:
– Ocalan bi tenê silav ji PKKê re rêkirine.
Rojname dipirse galo manaya wê (silavê) çiye? Demîrtaş bersiv dide:
– Ocalan xwestiye ji PKKê re bêje; me pêvajoyek nû dest pê kiriye, hûn çi dibêjin?
Demîrtaş di berdewamiya preskonfrensê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got:
– Yaku, em dibînin ev pêvajoye, miqayîse digel pêvajoyên din, cidîtire, lê divê em çavrê bin ka gelo hikûmeta Ebqereyê niyeta çareserkirina pirsa kurdî heye yan dixwaze wê pirsê jinav bibe?
– Divê aştîxwaz û azadîxwaz piştgiriya vê pirosesyê bikin û bi ru awayî agirbesta yekterefî çênabe û dikare ev pêvajoye li Hewlêrê Berdewam be û navê bibe Pêvajoya Hewlêrê.
– Berî nuha ew pêvajoya Îmraliyê li Osloyê dest pê kir û nave wê kirin pêvajoya Îmralî-Osli. Lê vê care dikare li Hewlêrê danûstandin dest pê bikin û pêvajoya vê care jî bi nave Hewlêrê be.
Demîrtaş dibêje ku bila danûstandin li Hewlêrê dest pê bikin û hemû grup û rêxistin beşdariyê di pirosesê de bikin û haydarî rewşa birêveçûna danûstandinan bibin:
– Niha bi tenê çarenivîsê kurdên bakur nayê diyar kirin, lê çarenivîsê hemû kurdan tê diyar kirin, ji ber hindê divê hemû kurd bi hev re tevbigerin û piştgiriya hev du bikin.