Cîhan

Mesrûr Barzanî ligel serok û serkirdeyên cîhanê hevdîtin kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê, beşdarî xwarinekê bû ku ji aliyê rojnameya bi nav û deng a Amerîkî Washington Post ve hatibû rêkxistin.

Gelek serokwezîr, wezîrên Ewropa û Rojhilata Navîn û kongresman û senatorên Amerîkî û çendîn kesayet û karsaz û bazirganên mezin ên cîhanê di xwarinê de beşdar bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel çendîn serok û serkirdeyên beşdar gotûbêj kir, di nav wan de; Serokê Latvia Egils Levits, Serokwezîrê Yûnanistanê Kiriakos Miçotakis, Serokê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê Klaus Schwab, Wezîrê Derve yê Pakistanê Bîlawal Boto Zerdarî û çendîn wezîrên Ewropî û kongresman û senatorên Amerîkî û serokên kompaniyên mezin ên cîhanê.

254
54353
2432
23432
42342
23432
42342
42343
432432
432432
42432
2342
43242
432432
43242
Back to top button