Dosya

Qetilîyama deweleta Tirk bê cezamayin- 22

 

 

 

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata  Berakat Acun   hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 

 

S A : Wun karin bahsa birayêxwe Berakat bikin, çi ji wî dixwastin,  biçi awayî girtin birin û qetilkirin ?

 

Suleyman Acun, birayê Berakat Acun.

Em ji gunde Deywane ku bi bajare Merdine ve girêdaye, wê deme leşkerên Tirk her tim êrîşen ser gunda û ji me gundiyan daxwaza Cerdewani dikirin; Rojeki avetin serme, me gundiyan li meydana gund vê carê jî civandin, gelek zilmi, lêdan lime kirin weka her gav û li hafa jin û zarukênme çêren pis lime dikirin, ez qet jibirnakim, bi leşkeranre gurubekî siviljî hebun û di nav van sivilande yekî bi navên serxoş Kemal’jî biwanrebu, gelek gundi wî serxoş Kemali nasdikirin, berê gerilabu û jibo wî digotin itrafçiye PKK,  ku di nav refên gerilada heft sal mabu; Ev kes pişti ku hatibu girtin bubu hevalên dewlete û bi leşkeran re diçû opersiyona.

Jime daxwaza ku em gundi bi wanre bixebitin silah bigrin û bibin Cerdewan, mejî digot ev nekarêmeye, em insanên cotkarin, li ser van bersivênme jime gelek xwe aciz dikirin û me teva tehdît dikirin. Ew roj ji gundeme, bi tevi çend gundiyênmere birayêmin Berakat’jî girtin bixwere birin. Bazde roj bişûnde ew hatin berdan.

25 tebaxe, ber deste sibe tari, careke din esker dora gundême girtin, benc kes hatin ber xeniyên birayênmin Berakat bi qerin lê gazi kirin ku deri veke, jê xwestin, jibo kontrola nav malawî bikin,

Birayêminjî derî vedike, ji malê derte, wexta deri vedike tê ber deri û esker bi silêhenxwe lê direşînin û bi sêzde gulan derb lêdixin û birayêmin lihafa mali û zarukên wî, wî dikujin. piştre bi tehdîta kuştine dixwastin kaxizeki bime hemuyan  bidana imze kirin, ku Berakat Acun ji aliyê grubek PKK’yan ve hatiye qetilkirin, mejî vê virê û iftirayê nê dixwest imze bikin û du roj bi şûnda me xwe bi revê ji wan xilaskiribu û me gund terikand; Ji sala 1991 virde em hatin li bajarê Adana bi cîh bune, halême li van bajaran gelek xerabu, em debara xwe li vî bajari bi ne başi derbas dikin, em însanên li ser erda û ji cotkariye pêştir tiştekî din nizanin bikin.

Û îrojî em hêjî newêrin vegerin gundên xwe û ser erdên xwe, jiber  ku ji ali dewlete va cerdewani ne hatiye rakirin; gelek malbatên ên gundiyên me ji gund bi malbati koçber bun û her yek biciyek ve bazda, em gundiyên kurd gelek zilm, lêdan, hatin girtin û kuştin û me nizanibu xwe bi awayek qanunî xwe biparastina, eger me zanibunajî pere nedikir, ji berku dewleta Tirk huquqe weke xwe û kefa xwe li ser neyartiya qewmiyatiye dikir, ew bes belakirin û imha kirina me kurda tev digeriya, bê huquqîyê li ser me dimeşand û hêjî berdewame, loma em hêjî nikarin û newêrin vegerin mintiqa xwe, ser ax û malên xweyî li gund…

Suayip Adlig

 

 

Adana, 21 gulane 2009

 

Back to top button