Civak

Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê banga dersa Kurdî ya bijarte kir

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hamza Dag li Amedê axivî û bang li welatiyan kir ku di dewreya duyemîn a dibistanan de dersên Qur’an, Siyer û Kurdî weke dersên hilbijartî hilbijêrin û got, “Gelek pirsgirêkên kronîk bi taybetî pirsgirêka Kurd di serdema hikûmeta AK Partiyê de hatin çareserkirin. “

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hamza Dag di Civîna Meclisa Şêwra Parêzgeha Amedê ya Berfireh de ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç ji aliyê partiya xwe ve hat lidarxistin de axivî. Dag di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka kurd û got, “Yekane partiya ku pirsgirêkên kurdan çareser dike û di vî warî de dilpak e AK Partî û Recep Tayyîp Erdogan in.”

Dağ di dawiya axaftina xwe de banga hilbijartina dersên kurdî kir.

Dag, bang li welatiyan kir ku di heyama duyemîn a dibistanan de dersên Quran, Siyer û Kurdî wek dersên hilbijartî hilbijêrin û wiha got:

“Gelek pirsgirêkên kronîk, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd di serdema hikûmeta AK Partiyê de hatine çareserkirin. Li Amedê behsa pirsgirêka Kurd dike, diçe Yozgatê û dibêje ‘Em ê Qendîlê bi ser serê wan de hilweşînin’. Yek ji perwerdehiya Qur’anê re dibêje ‘zêhniyeta serdema navîn’, yê din diçe Qursa Qur’anê vedike û çavan boyax dike. Li aliyê din HDP abi awayekî kurdan îstîsmar dike û zarokên wan dişîne mirinê. Yekane partiya ku pirsgirêkên kurdan çareser dike û di vî warî de samîmî ye AK Partî û Recep Tayyîp Erdogan e.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button