Bi gotina ‘Pirsgirêka Kurd nîne’ pirsgirêk çareser nabe
- Sarigûl li Diyarbekirê behsa pirsa Kurd kir û got: Ger welatiyên min ên kurd bibêjin pirsgirêk heye, pirsgirêk heye. Kurd wek Kurd bijîn tu zererê nade kesekî.
Serokê Giştî yê Partiya Guhertina Tirkiyeyê (TDP) Mustafa Sarigul ji bo Civîna Herêmî ya Partiya xwe serdana Diyarbekirê kir û li gel berpirsên partiya xwe yên li herêmê yên parêzgehên Diyarbekir, Êlih, Riha, Sêrt, Bedlîs, Dîlok, Kilîs, Meletî, Elezîz, Mûş, Semsûr û Şirnex ê civînek li darxist.
Sarigûl di civînê de axavtinek kir û got: Bawer bikin, derdê birayên min yên Kurd li Diyarbekirê ne xema Amerikayê ye. Derdê DYA ew e ku Îsraîlê li vê herêmê rehet bike. Amerika piştî daxwaziya xwe pêkbîne ,tenê li herêmê nexweşî ,şer û kaos dimîne. Tirk û Kurd birayên hev in, DYA xayîn e. Yên ku bi benê DYA daketine bîrê di binê bîrê de mane. Gelek dewletan, gelek rêxistinan, gelek siyasetmedaran ev tecrube kirin. Yê ku dê vê pirsgirêkê çareser bike tirk û kurd in. Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune’ meselê çareser nabe. Heger welatiyên me yên Kurd bibêjin ‘pirsgirêk heye’ pirsgirêk heye. Ger welatiyên me yên Elewî bibêjin ku ew tên cudakirin, cihêkarî heye. Elewî û Sunnî wê vê pirsgirêkê çareser bikin. Çareseriya pirsgirêkê li Tirkiye ye.”
Sarigul diyar kir ku divê her welatiyekî bi awayekî azad nasnameya xwe îfade bike û wiha got: “Çawa ku welatiyê tirk wek tirkan dijî, çi zirara welatiyê kurd jî heye ku wek kurd bijî? Heger welatiyekî Elewî bixwaze wek elewiyan bijî, çi zirarê dide kê? Ger welatiyekî Suryanî bixwaze mîna Suryanî bijî, çi ziyanê dide kê? Bila her kes bi azadî nasnameya xwe îfade bike. Bila her kes li gorî bawerî, çand û kevneşopiyên xwe bijî. Bila her kes bi azadî nêrîna xwe bêje.”