Îran Fransayê tehdît dike:Heqareta we ya li Xamineyî bê bersiv namîne
Piştî ku kovareke Fransî karîkatureke rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî belav kir; Îranê hişyarî da Fransayê ku heqaretên wê bê bersiv namînin.
Di Kanûna 2022an de, kovara hefteyî ya Charlie Hebdo çend karîkaturên Elî Xamineyî “bo piştgirîkirina xwepêşandanên” Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kiribûn.
Roja 4ê Kanûna 2023an, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha dibêje: “Çalakiya hovane û bêhurmetî ya çapemeniya Fransî di weşandina karîkaturên li dijî berpirsên siyasî û olî de, bê berteka bi biryar nayê.
“Em rê nadin ku hikûmeta Fransayê sînorên xwe derbas bike. Bêguman wan rêya şaş hilbijartiye.”
Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku wan gazî Balyozê Fransa yê Tehranê Nicolas Roche kiriye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî got, “Mafê Fransayê tine ku li ser navê azadiya derbirînê heqaretê li welatên misilman û welatên din bike.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got: Îran li benda ravekirina hikûmeta Fransayê û şermezarkirina reftarên ku nayên qebûlkirin çapemeniya Fransayê ye.
Berdevkê Wezareta Derve Ned Price got: “Em tenê alîgirê azadiya derbirînê ne, û azadiya raderbirînê nirxek û mafek gerdûnî ye ku em diparêzin û piştgirî dikin.” “Çi li Fransa be, çi li Îranê be, çi li devereke din be,”