Cîhan
Macron: Kurdên Fransayê bûne armanca êrîşeke tirsonek
Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ragihand, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”
Li navenda Parîsê mêrekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku jiyana xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser Twitterê got, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek. Hevsozî û hevxemî ji bo qurbaniyan, kesên ku li ber xwedidin da ku di jiyanê de bimînin û ji bo malbat û kesûkarên wan. Spasî û pêzanîn bo hêzên me yên ewlehiyê ji bo azayî û xweragiriya wan.”