Polîtîk

Mesrur Barzanî:Em bi navê xelkê Kurdistanê spasiya cenabê we dikin

Piştî bidawîbûna civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê, di konferanseke rojnamevanî de, Mesrûr Barzanî bixêrhatina Giorgia Meloni kir û ragihand, hatina we bo Herêma Kurdistanê piştevaniyeke mezin e ji bo xelkê Kurdistanê.

Îro Înê 23ê Berfanbara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Giorgia Meloni kir bi boneya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wê û hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta wê serkeftî be û di bin serkirdetiya wê de pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê zêdetir pêşve biçin.

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di konferansa rojnamevanî de wiha ye:

Di destpêkê de ez dixwazim gelek bi germî bixêrhatina cenabê we û şanda ligel we bikim, ku bêguman serdana we ji bo Herêma Kurdistanê amajeyeke gelek diyar e ji bo vê hevpeymanî û dostaniya ku di navbera Îtalya û Iraqê de heye, bi taybetî ligel xelkê Herêma Kurdistanê.

Rêz û pêzanînên me yên mezin hene ku cenabê we di vê demê de serdana Herêma Kurdistanê dikin, sedana hêzên xwe dikin ku em ber bi krîsmasê û cejna sersalê diçin, ew ji mala xwe dûr in û hatina cenabê we dilgermiyeke mezin e ji bo wan û piştevaniyeke mezin e ji bo xelkê Kurdistanê. Em bi navê xelkê Kurdistanê spasiya cenabê we dikin, herwiha pîrozbahiya pêkanîna hikûmeta we jî dikin, ku hikûmeteke nû ye û em hêvî dikin ku hûn serkeftî bin û di bin serkirdetiya cenabê we, em bikarin pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê pêş bixin.

Me di civînê de behsa çendîn mijarên girîng kirin ku pêwendiyên wan bi Îtalya û Herêma Kurdistanê ve hene. Ez gelek kêfxweş im ku dibînim her du alî dixwazin pêwendiyên xwe pêş bixin û em girîngiyê bidin pêwendiyên xwe û ez çaverêya wê yekê dikim ku di berjwendiya her du aliyan de û di berjewendiya xelkê Îtalya û Herêma Kurdistanê de be, careke din bixêrhatina gelek germî li cenabê we dikim û hêvîdar im serkeftî bin.

Careke din pîrozbahiya cejna krîsmasê li cenabê we û hemû Xiristiyanên cîhanê dikim, bi taybetî xelkê Kurdistanê û pîrozbahiya sersala nû jî li her kesî dikim. Gelek gelek bi xêr hatin.

Back to top button