Polîsan lêgerin nawenda PHDê kir û gelek kes binçav kirin
Îro hêzên ewlehiyê li Enqere ser nawenda Partiya Herêmên Demokratîk ve girtin û lêgerin di avahiya partiyê de pêkanîn, heman operasyon li Diyarbekirê de jî di avahiya vê paretioyê de çêbû.
Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) di daxuyaniyekê de ragihand ku polîsan bi ser avahiyên Navenda Giştî ya partiyê yên li Enqerê û Diyarbekirê de girtine û di encamê de hejmarek rêveber hatine desteserkirin.
Herwiha hat eşkerekirin ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Keskin Bayindir jî hatiye desteserkirin.
PHDê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Vê sibê polîsan bi ser navendên me yên Enqere û Diyarbekirê de girtin û Serokê Giştî yê partiya me Keskin Bayindir jî di nav de hejmarek rêveberên me hatine desteserkirin. Bila faşîzm baş bizane ku polîtîkayên wan ên zordariyê nikarin rê li ber me bigrin.”
PHDê herwiha dîmenên desteserkirina Bayindir belav kirine û dibêje: “We gelek caran dît ku hûn nikarin bi zorê, bi girtinê, bi operasyonên qirkirina siyasî me têk bidin. Hûn yek Kurdekî ku gav paşve biavêje nabînin, temenê we yê siyasî têra vê yekê nake.”
Li gor zanyariyan li parêzgehên Riha, Dîlok û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê jî li avahiyên rêxistina DBPê pişkînîn hatine kirin û polîsan bi ser malên hejmarek rêveberan de girtine û operasyon berdewam e.