Cîhan
Firotina balefirên cengê hate rawestandin
Çewa ku tê zanîn, Tirkiye di 1999an de ji bo kirrîna 100 lib balafirên cengê yên F-35A peyman bi Emerikayê re çêkiribû û xwestibû ku hêza artişa xwe ya hewayî xurttir bike. Diviya ku ew 100 balafir di sala 2012an de hatibûna teslîmkirin. Lê belê niha şêwirmendê Sanayîya Bergîriyê ragîhandiye ku Emerîkayê firotina wan balafiran daye rawestandin. Li gor ku hatiye ragihandin, wê guftûgo di vê salê de careke din li ser van balafiran di navberta Tirkiye û Emerikayê de bête kirin.
Ev balafirên cengê yên F-35A, li gor projeya JSFê bi teknîkeka nûjen û ji bo êrîşan hatine çêkirin. Kîjan artişa ku ev cûre balafir di dest de hebin, ew bê tirs dikare êrîş bibe ser derûdora xwe.
Rojeva Kurd