Xwepêşanderek li Îranê hat darvekirin
Îranê yekem biryara cezaya darvekirinê ji bo xwepêşanderekî xwepêşandanên vê dawiyê derxist û îro danê sibê biryar cibicî kir.
Li Îranê dadgehên rejimê bi sedan xwepêşandan bi sedama ku, tevlî xwepêşandana bûne biryara darvekirina wan daye. Ev yek di qada navnetewî de gelek hat gotubêj kirin. Rêxistinêm navdewletî ji bo vî cezayê di ne cih de bala hukumeta Îranê kişandin. Ev babet di qada navdewleti de gelek hate gotubêj kirin. Lê Îranê guh neda tu dengî û îro xwepêşanderê ewil yê bi navê Muhsin Şikarî darvekirin. Li gorî nûçeya ajansa “Mîzan” a ser bi Desthilata Dadwerî ya Îranê ve, Muhsen Şikarî îro danê sibê 8ê Berfanbarê bi tometa “dijayetiya rêjîma Îslamî” hat bidavekirin.
Heja xwepêşandan li Îranê û rojhilatê Kurdistanê berdewamin. Biryara dadgehê û darvekirina gencekî dê behtir xwepêşandana geş bike û şermezarkirina rejima Melayan li Îranê piralî tê şermezarkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên Îranê de herî kêm 458 kes hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine girtin.