Polîtîk

Hevkarî qetilkirina 3 jinên kurd şermezar dike

 

 

 

Çareserkirina pirsa Kurd li kujan parçeyê Kurdistan be bila bibe, tenê dikare bi Arami u avayê diyalogê were careserkirin.

Her cawabe jî, sekinandina vî şerê qirej li Kurdistanê di berjewendîya gelê kurd de ye u ji alÎye gelê Kurd ve bi awakî erênî tê nirxandin.

Eve çend care ku pevajoya dialogê dest pêdike , ku bi hindikayî dawÎ li vÎ şerê qirej were, daku gelê kurd bi serê rehet bikaribe pirsgireka xwe ya neteweyî bibîne û pevajoya careseriyê dest pêbike.

Lê her carê rasta provakasyonan tê û pevajoya diyalogeê tekve diçe.

Bê guman berdawamiya şerê qirêj li Kurdistanê di berjewendiya hêzên tarî û bazirganên şer de ye.

Em Hevkariya Hêzên Siyasiyên Kurd li Almanya pêvajoya diyalogê û rawestandina şerê qirêj erênî dinirxînin. Kuştina 3 jinên kurd (Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Soylemez)weke pravakasyona vê pêvajoyê dibînin.

Em vê bûyerê şermezar dikin.

Hevkariya Hêzên Kurd li Almanya

 

 

 

Back to top button