25 pilotên rejimê girtin
Li navçeya Teftenaza girêdayê bi bajarê Idlibê ve, hêzên muxalifan êrîş birin ser barîgeha leşkerî ya helîkopteran û beşeke mezin xistin binê çavdêriya xwe.
Eniya îslamî ya girêdayê bi Artişa Azad ve, digel Tugaya Nusrayê, êrîşeke zor birin ser barîgeha leşkerên rejîmê û şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de çêbû, gelek kuştî ji herdu aliyan jî hene, lê jimara kuştiyan nehatiye zanîn. Di encamê de balafirgeha Teftenazê û avahiyên sereke ketin destên muxalifan û gelek helîkopterên ku li balafirgehê bûn jî, tune kirine.
Di dema vegirtina balafirgehê de, 25 pîlotên rejîmê jî wek dîl hatin desteserkirin û gelek makîneyên leşkerî, çek û teqemenî xistine destên xwe.
Piştî hate ragîhandin ku balafirgeh ketiye destên muxalifan, hêzên rejîmê bi çekên giran ên duravêj û bi balafirgehên cengê êrîş birine ser balafirheha Teftenazê, lê nehatiye zanîn ka çiqas xisar gehandine dijberan.
Li gor xebera dawîn ku gehaye me, şer niha jî li ser balafirgehê û derdorên wê didome.
Rojeva Kurd