Polîtîk

Navê wê herêmê Kurdistane

Şanoger û artistê naskirî Cezmi Baskin di bernameyek ya Televizyonê de behsa mafê Kurdan û Kurdistanê kir. Cezmî Baskin li Tirkiye şanogereke ku gelek caran bi dîtinên xwe yê siyasî tê rojevê.

Baskin di bernameyek ya CNN Turk de amade bû .Baskin li ser pirsekî di derbarê pirsa Kurd li Tirkiye hinek ditînên xwe gotin.

Cezmi Baskin got ku, Mafê perwerdeya zimanê dayikê mafê herkesekiye.Di derbarê hewldanên serokwezîr Erdogan de jî got: Serokwezîr ji bo destxistina dengan behsa pirsa kurd dike û di vê çerçovê de nêzik vê pirsê dibe. Ji bo vê yekê ez bixwe serokwezîr di vê pirsê de dirust nabînim.Ji ber vê jî ez pişgiriya wî nakim.

Baskin di berdevamiya axavtina xwe de got: Niha ev tiştên ku Erdogan dibêje çibibe wê li Kurdistanê karkirin zêde bibe.Birêne ez dibêjim Kurdistan vê yekê jî dikin pirsgirêkekî. Divê em ji hinek tabuyan xwe xilas bikin. Navê wê herêmê Kurdistane û gelê li wêderê jî kurd e.

Back to top button