Dosya

Qetilîyama devleta Tirk bê cezamayin- 20

                                                                
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Mehmet Meşe  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 
                                                                                                                                                                                                                                                                 

S A :Wun karin bahsa kurê xwe bikin, ewî çawa girtin birin û çi pêkirin ?

Hasibe meşe, diya Mehmet meşe:

Em ji gunde Pora bun, gundeme wê wextê 33 malbun, 23 sibate, şeveqeqî zubu, gelek leşker bi tevî cerdevanên sivil avêtin ser gundeme, me li meydana gund topkirin, lime gundiyan gelek ezyet, kotinên pis li me hemuyan kirin, piştre zilaman li hafame, li hafa zarukên piçûk, lêdankirin û kurêmin mehemet û bitevî çar gundiyênme girtin û bi xwere birin.

Ew gundiyênme navên wan Ihsan Ay, Abdulmenaf Kiliç, Bedri û Abdulkadir Kurt’bu. Heta derengê hevarê me tu xeber jiwan negirt; Derengê hêvarê ew hersê gundiyênme hatin gund, gotin leşker nan dixwazin, jibo gundî jiwanre nan çêke û bixwere bibin bidin wan. Me ji hersê gundiyên xwe pirsi, kayê Mehmet,  Abdulkadir ew çima bi were nahatine ?

Hersê gundî gotin ku ew wexta me birin çolê em ji hev veqêtandine, mehmet û Abdulkadir bi guruba leşkerên dinre manê em nizanin bi kude çûne û em nizanin çi bi wan kirine. Ew her sê gundiyênme ji leşkeran re nan birin, me bihevre ew şev jiwanre nan çêkiribu, her du gundiyên me jiwanre nanêwan girtin birin.

Dotra rojê ew her sê gundiyên me vedgerin û gotin Abdulkadir birin serê çiya, agir bera laşêwî dan û wî avêtin binê zinarekî pir kur, çend gundî rabun çun wî ciyî ku terme Abdulkadir bibinîn bînin gund, gundî termê Abdulkadir digerin nagêrin nabinîn jiber ku cîyê wî avêtine, zinarekî bi dahlu, kur û asê buye. Her sê gundî jibo Kurêmin Mehmet gotin qet çavênme pê neqetiye, em nizanin bi kuda birine û çi bi serêwî anine, me wî qet nedîtiye, gundiyên meyî berdayi, jimere bahs kirin…

Min bixwe ji her sê gundiyên me, ku ewjî hatibun girtin pirsim; çawabu ku wunjî hatibun girtin û we sax berdan ? çima gelo wun hatin berdan, kurêmin Mehmet û gundiyênme Abdulkadir wan bernedan û ew hatin qetilkirin ? Tu bersivek makul nedanemin, bes gotin emjî nizanin çima me ne kuştin û me sax berdan.

S A : Mesajekî wey dawi ku wun bejin heye ?

Ez ji hingave, tu deri min nehişt ku neçûme û ez dev jiwan bernadim, ez jiwan cesedê kurêxwe dixwazim bila bidinmin, ez zanim ku wîjî kuştine, bila bejin wî avêtine kudere, ezê herim hestîyên kurêxwe bixwe bidim hev, binîm mezlekî jêra çêkim, bila mezelekî wîji çêbibe, ezê car carna herim ser mezelêwî pêra û bi hestîyên kurê xwere xeberbidim. Wek her dayikek wî bibir binîm, belkî karibim agir, eş û kela dilê xwe karibim deynim, ewkas kezebamin dişewite…

Suayip Adlig

Li Bismil, 27 nisan 2009   

Back to top button