Hemî rûdanên şêlo zelel dibin
Li gor ragîhandina netgazete.comê, cîgirê serokê komisyona Zagona Bingehîn Idrîs Şahîn gotiye: ”Eger ew tiştê ku dibêjin ‘devlet sırrı’ ango xala Nihêniya Dewletê ku rabe, mêjûya Tirkiyê ya tarî, wê derkeve ruhniyê û zelal bibe.”
Şahîn axaftina xwe weha domandioye: Ji ber ku hemû maf bi zagonê ji holê dane rakirin, hemwelatî tev zagoneke sivîl dixwazin. Ji bo çareseriya gelşan, pêdivî bi zagoneke nû heye. Em gehane hemû belgeyên giring. Eger di dema xwe de dewlet çûbûna ser rûdana Susurlukê, ev rûdanên din çênedibûn, wek rûdana qetlîama Mereşê, ya Çorum û Meletî û Sêwazê. Di van rûdanan de îhmalkariyên mezin hebûne.
Me kuştinên siyasî jî li komisyonê girtin dest. Di nava leşkeriyê de revdeyekê hertim cuntacîtî kiriye. Çi dema ku em ji dîtinên dewletî cuda bûne, me rewatiya xwe jî wenda kiriye û em ketine pêvajoya derbeyên leşkerî û leşkeran jî tesîra xwe li ser xelkê bi cih kiriye. Niha jî tehdîda derbeyên leşkerî heye. Gelek xalên zagona bingehîn a 1982an ku ya leşkeran e, niha jî xwe diparêzin û heta ku MGK (Komîteya Nijadîya Aramiyê) neyê rakirin, wê xetera derbeyên leşkerî jî bidomînin.”
Rojeva Kurd