Polîtîk

Serokê Kurdistanê û serokkomarê Iraqê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kir û di civînekê de tekezî li ser “pabendbûna xwe bi çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de” kir.

Îro Sêşembê 15ê Mijdara 2022, Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd bo yekem car piştî wergirtina erka serokkomariyê serdana Hewlêrê kir û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di twîtekê de kêfxweşiya xwe nîşan da ku li Hewlêrê pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî ku ser pabendbûna xwe bi çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got, min tekezî li piştevaniyên xwe bo hewlên serok ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat kir.

Derbarê hevdîtina îro de, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û ragihandiye, “Nêçîrvan Barzanî ji Ebdulletîf Reşîd re gotiye, bendewariya me heye ku li gor wê derfeta heye di pêgeha xwe de rolekê di çareserkirina pirsgirêkan de bibînin. Tekezî li amadebûn û piştgiriya Herêma Kurdistanê jibo çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re û bi hev re karkirina ligel hikûmeta federal kir, bi armanca aramî û istiqrara li welat.”

Li gor daxuyaniyê, Serokkomarê Iraqê jî di hevdîtinê de “hêvî kir ku bi alîkariya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, bikarin bi hev re kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û pirsgirêkên din ên welat bi giştî û parastina aramî û ewlehiyê bikin.”

Her du aliyan di hevdîtinê de diyar kirin ku “têgihîştina hevbeş a di navbera Hewlêr-Bexdayê de mifteya aramî û istiqrara welat e”, herwiha derbarê rewşa navçeyê û çend mijarên din de gotûbêj kirin.  

Back to top button