Civak
Serok Barzanî û Letîf Reşîd piştevaniya xwe bo hikûmeta Iraqê dubare dikin

Serok Mesrûr Barzanî îro 15ê Mijdara 2022an pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên nava proseya siyasî û pêngavên hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin û her du aliyan piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê û cibicîkirina bernameya hikûmetê dubare kirin.
Her di wê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser pêwendiyên Iraqê û welatên û civaka navdewletî û tekezî li rol û pêgeha Iraqê li navendên herêmî û navdewletî hate kirin. Her wiha tekezî li wê hate kirin ku dûrî zimanê gefê, li ser binemaya diyalogê bêne çareserkirin.