1100 şirketên Tirkî û 31 hezar Tirk li Kurdistanê dijîn
31 hezar Tirk li Herêma Kurdistanê dijîn û sal bi sal jî hejmara şîrketên wan li zêde dibin. Berpirsekî Wezareta Bazirganî jî eve eşkere kir ku qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Iraqê bi awayekî giştî nêzîkî 10 heta 12 milyar dolare.
Li gor wan zanyariyên li Desteya Veberhênan û Birêvebiriya Giştî ya Nîşîngeya Wezareta Navxwo de heye 1100 şîrketên Tirkî û zêdetirê 31 hezar welatiyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û nîştecîhin ku zêdetirê wan li bajarê Hewlêrê dijîn.
Li gor wan zanyariyan ji bilî li karkirina şîrketên Tirkan li warê bazirganiyê li vê dawiyê de çend kompanyayekî Tirkî peymana derxistina neftê bi hevbeşî li gel kompanyayên din wergirtiye ku peymana dawî jî derxistina nefta li kêlgeyekî(rafînerî) rojhilata Hewlêre.
Sînan Çelebî Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê ragihand zêdebûna kompanya û welatiyên Tirk li Herêmê vedigere li ser baştirkirina bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê û her wiha got: “Qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Iraqê bi awayekî giştî bi 10 heta 12 milyar dolare û sê li ser çarê wan pêwendiyan jî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistane ku li çend salên derbasbûyî de sê beramber buye.
Çelebî got: “Hikûmeta Herêmê li pêşketina pêwendiyên li gel Enqere berdewam dibê û em dixwazin bi tu awayekî me pirsgirêk li gel cîranan nebê”.