Polîtîk

Em rê nadin sinor ji bo kaçaxiyê bet karanîn

                                   

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê nûçeyên ne rast yên li ser girtina sînora Rojawayê Kurdistanê

Çend rojeke hinek navendên medyayî bi bernameyekî dariştî, nûçeyên ne rast û çewaşekarane di derbarê daxistina sînorê li gel Rojawayê Kurdistanê belav dikin. Ev nûçe dûrî rastiyane, tenê xizmeta ne hezên yekrêziya neteweyê Kurd dike û helqeyekî dine ji bo çandina tovên pertewazeya neteweyî û cîh bi cîh kirina ajandaya dijî bi pêkhatina destkeftên zêdetir ji bo doza neteweyiya Kurd li Suriye û nadîde girtina wan hemû hewl û têkoşîna berdewamiya Serok Barzanî ya ji bo piştevaniya birayên me yên Kurd li Rojawayê Kurdistanê.

Her ji destpêka rûdawên Suriyê ve, Serok Mesûd Barzanî hemû hewl û şiyanekî ji bo yekxistina rêzên partiyên Kurdên Suriye li ber girtiye û handana wan heta bi gotarekî neteweyî demokrasiyane yek girtiye û têkilî li gel pêşketinên Suriye bikin. Ji wan hewlan jî sazdana konferansa berfireha Kurdan dawiya meha 01/2012 li Hewlêr û paşê berdewamiya hewlên Serok Barzanî ji bo yekxistina zêdetirê hemû aliyan û pêkanîna Encumena Bilinda Kurd. Li ser raspardeya berdewama Serok Barzanî, pêşwazî li penaberên Suriye kiriye û li gor amarên dawî, niha nêzîkî 60 hezar penaberê Kurdê Suriye li Herêma Kurdistanê ne.

Li gel wê yekê ku tu derbasgeheke fermî li navbera Herêma Kurdistan û Suriyê de tûne û ew derbasgehên fermî jî ku hatûçoya otombêla li sere hemû li jêr desthilata Hikûmeta Bexdaye. Rêrewa Xabûr take rêye li navbera Herêma Kurdistan û Suriye û hatin û çûna otombêlan nikare lê bête kirin ji ber ku tu rêyekî hişkane tûne û bi sedema rûbara Dîcle ve hatin û çûn bi rêya Belem tê kirin. Li gel ewe jî herdem dergeha Herêma Kurdistanê ji bo birayên me yên li Suriye vekirî bûye û hatina rojaneya çend sed penaberek li nav Herêma Kurdistanê baştirîn belgeye ji bo derew xistina wan nerastiyan ku çend rojeke li medyayê belav dikin ku qaşo sînor li gel Rojawayê Kurdistanê hatiye girtin. Hindî li medyayê, daxuyanî û çavpêketina yek du berpirsên siyasiyê Rojawayê Kurdistanê dikin jêder, ku qaşo sînor hatiye girtin, li demek de her xwediyê wan berpirsan rojane ew bi xwe û kadirên wan li wê rêya sînor ve hatin û çûnê dikin, eve jî belgeyekî dinê zîndiya ne rasta wê nûçeya dûrî ji rastiyaneye ku dihêne belav kirin.

Her li ser rênimayiya Serok Barzanî bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl da pirek li rêya sînorê Xabur dirust bike heta ku gihandina yarmetî û hevkariya ji bo birayên me yên li Rojawaya Kurdistanê hêsantir bike û hatin çûnê jî baştir bike. Lê belê her wê demê ji aliyê desthilatdarên Bexda ve rê girî li wê hewla Herêma Kurdistanê kirin û firqeyekî serbazî şandin navçeyê ku ji bo rêgiriyê li Herêma Kurdistanê û aloz bûna doxê bi tenê bi cûreyek bû ku mijul bû şerekî mezin lê bikevê.

Li kombûna berdawemiyên Serok Barzanî li gel hemû partiyê Kurdên Rojawa da ji bo dûvdaçûna pêvajoya siyasî û meydanî û pirsa karê pêkveyî li çarçêweya Encumena Bilinda Kurd, Serok Barzanî wê pêşniyarê xistiye rû, ku pêkve hemû hêzên Kurdan rêxistineke hevbeş li cûreya Heyva Sor ji bo Rojawaya Kurdistanê dirust bikin heta pêkve bi hemahengî hemû hevkarî û yarmetî û pêdiviyek bigihînin birayên me yên li Suriye.

Bi mixabinî hinek alî ne li gel karên hevbeşin û daxwaza takrewî û xwe sepandinê ne li araste kirina rewta rûdawên Rojawaya Kurdistanê. Ji bilî wê yekê ku tu lîjneyek yan rêxistineke wekî Heyva Sora Kurdistanî Rojawa nehat dirust kirin, hinek alî li hewla berdewamiya ewe dane ku Encumena Bilinda Kurd ji bo xwe û ji bo xwe sepandina siyaseta takrewiya xwe pawan bikin.

Li ser rênimayiya Serok Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlekî xistiye holê ji bo hewandina birayên me yên li Rojawaya Kurdistanê ku hatine Herêma Kurdistanê û li wargeha penaberanin. Her li ser ferman û rênimayiya Serok Barzanî, Hikûmeta Herêmê hewla peydakirina mekanîzmeke guncaw daye ji bo gihandina sutemenî û pêdiviyên serekiyê ji bo birayên me yên li nav Rojawaya Kurdistanê.

Em li demek de radigihînîn ku rêrewa sînor neku her nehatiye girtin, belku daxwaz dikîn ku hemû rêxistinên komela medenî û rojnamevanan ji bo xwe li ruyê meydaniyê ve serdana navçeyê bikin û ji nêzîk ve agahdarî rastiyan bin.

Ji bo zêdetir rûnkirina rastiyan ji bo raya giştî û birayên me yên li Rojawaya Kurdistanê dûpat dikîn ku em li Herêma Kurdistanê, rê nadîn rêrewa sînoriya navbera Herêma Kurdistanê li gel Suriye ji bo qaçaxçîtîkirina bi çek û maddeya bêhoşker ji aliyê tu aliyek ve bête bikaranîn.

Dûpat dikîn, ku belavkirina van cûre nûçeyên çewaşekarane, bi tenê xizmeta ajandaya wan kes û aliyan dike ku naxwazin gelên Suriye azad bibin û gelê Kurd bigihe mafên xwe. Ev qonax ji bo gelê Kurd li Suriye gelek hestiyare û divê hemû alî bi yekgirtî muamele li gel qonaxek da bikin û tu aliyek nabê û nikare li rêya xwe sepandinê bi çek aliyên din nadîde bigre.

07/01/2013
 

Back to top button