Esed gelek axivî lê tiştek negot
Serokê rejima Suriye Bişar Esed îro di zanîngeha Şamê de axavtinek kir. Eve demek bû Esed deng nakira û herweha bi awayekî winda bû.
Lê Îro derket himberê medyayê û axavtina xwe ji bo pêvajoya nû ya Suriye kir. Esed behsa şerê di navbera gel û teroristan de kir û got ku dê Suriye heta dawî ber xwe bide û serê xwe ji welatên derve re natewîne.
Esed ji bo sekinandina şer plana xwe ragihand û 11 made rêz kirin.
Bernama Esed ji bo sekinadina şer li Suriye.
1. Ew welatên pere û çekan didin hêzên çekdarên dijê rejimê, divê arikariya xwe bisekinînin. Grubên çêlakiyên terorî dikin divê çelakiyên xwe bisekinînin.
2. Piştî vê emê jî çelakiyên xwe yên leşkerî bisekinînin. Lê dê mafê me yê bersiba bûyerên teroristî hebê.
3. Di serî de parastina sinor Suriye pêwiste.Dê herkes xwe herdu madeyên ewil ve girêdayî qebûl bike û ji bo vê zî dê hewldan bêne kirin.
4. Hukumet wê herkesekîre diyalogê deynê. Ji bo konferansa diyaloga netewî herkesê yekitiya Suriye diparêze û dijê midexeleyên dervene werin ba hev.
5. Li hevhatina konferansa diyaloga netewî de bê qebûl kirin wê bêxin referandumê de.
6. Hukumet nû ku hemî beşên civatê temsîl bike bê avakirin.
7. Destura nû bê amadekirin ji bo wê jî referandum bête kirin.
8. Hilbijartinên parlementoyê bêne nûjenkirin.
9. Li gora destura nû humet bê avakirin.
10. Ji bo lihevhatina neteweyî konferansek bê pêkanîn.
11. Ji bo hemû girtî bêne azad kirin efuyek giştî bê ragihandin.Ji bo avakirina welat dê kar bête kirin.
Dixweyê bi tu awayî opozisyona Suriye ber bi vê plana Esedve nayê. Ji xwe vekirî ji bo kurdan tiştek di bernama Esed de tuneye. Yan jî wî bi xwe tiştek eşkere nekiriye.
Rojeva Kurd