Polîtîk

Li Efrînê 4 ketîbeyên leşkerî hatin dirûstkirin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 4 ketîbeyên leşkerî hatin dirûstkirin. Armanca serekî ya van ketîbeyan ew e ku dixwazin rejîma Esed ji deverên Rojavayê Kurdistanê derxînin.

Li gorî vîdyoyên ji Rûdawê re hatin şandin, her çar ketîbeyan navên, Azadîxwazên Newroz, Pêşmergeyên Efrînê, Bazên Azadiyê û herwiha ketîbeya Hawar li xwe kirine  dibêjin ku dê li hemberî rêjîma Esed şer bikin û dê hemû dezgehên wê rêjîmê ji Rojavayê Kurdistanê derxînin.

Li gorî vîdyoyan, har çar ketîbeyan herdû alayên Kurdistan û şoreşa Sûriyê bilind kirine.

Ev demeke li bajarên Rojavayê Kurdistanê ketîbeyên leşkerî tên dirûstkirin. Berî niha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) li ser pêk anîna artêşeke niştîmanî ya Kurdî li hev kirin, lê heta niha jî ev biryar nehatiye cîbicîkirin.(rudaw)

Back to top button