Cîhan

Pîlot faris kujer jî sirp

 

Di van rojên dawîn de li Sûriyê rijandina xwîna hemwelatiyan êdî ji bo rejîma Beşar Esedî bûye karekî destmizî, pişaftin û belavbûna artişê jî her ku diçe zêdetir û rewatir dibe. Ji ber hindê Esed jî îcar serî li peydakirina kujerên kirêkar daye û bi balafirên MIG ên rûsî jî taviyên bombeyan dibarîne. Hatiye ragihamdin ku kujerên Beşar Esed jî Sirp in û pîlotên balafirên cengî jî Faris in.

Piştî ku pîlot, general, serleşker û leşkerên artêşa Beşar Eserî belav bûne, Esed jî hewara xwe gehandiye Îranê û pîlot jê xwestine. Qefleyek pîlotên Îranî dema hatine Şamê, Beşarî hemû balafirên xwe yên cengî sipartine wan da bombe li ser hemwelatiyên wî bireşînin.

Jixwe devera dûr û nêz ji bo pîlotan ne gelş û asteng e, lê piraniya kujerên Sirp li Helebê hatine bicihkirin. Di nava wan de ew nîşanciyên kûjer li deverên wek serê banên avahiyên bilind, li ser dîwarê keleh û koçkan hatine bicihkirin.

Nasîna pîlotan ku Îranî ne jî berpirsekî artişa azad weha gotiye: ”Dema balafir di ser me re dibihurin û eger bomber bera ser me nedin, ew pîlot ne Sûrî ne û zêde xwezaya Sûriyê nanasin. Ji ber hindê em dizanin ka pîlot Sûrî ye, yan na.”

Dîsa yek ji berpirsan weha gotiye: ”Niha gelek kujerên nîşancî yên îranî di destên me de esîr in. Îcar Îranê hew tên. Lê îcar di şûna wan de kujerên Sirpî tên alîkariya rejîmê dikin.”

 

Rojeva Kurd

Back to top button