Cîhan

Lîdereki şîa hişyarî da Suriye

 

Lîderekî Şîa li Libnanê ku di radeyeke bala de tê pêşwazîkirin, hişyarî da rejîma Sûriyê da êdî xelk neyê kuştin.

Li Libnanê Ayetulah Elî Fedlulah ku endamê Konseya Bala ya Şîatiyê ye, hişyarîyeke hişk da Beşar Esed ku êdî ew xelkê nekuje û gotiye: ”Êdî kuştina mirovan bûye karekî normal, ev xetereke mezin e û divê raweste.”

 Piştî nivêja Înê Ayetulah Elî Fedlulah behsa rewşa ku li Sûriyê rûdide kir û got ku ev rewş ne tenê ji bo Sûriyê, lê hemî cîhana Îslamî dixe xeterê. Her roj li Sûriyê gava mirov têne kuştin, dibe sedem ku çanda civakî tê guhertin. Li devera ku kuştin lê çêdibe, mejiyê mirovan jî nikare xwe bide ser emr û fermanên Xwedê. Ji Sûriyê filistînî û sûriyeyîyên ku hatine welatê me, em nanê xwe bi wan re dabeş dikin. Lê divê bi çu rengî hin kes wan nekin alavên siyasetê.

Ayetulah Elî Fedlulah derbarê Îraqê de jî weha axivî: ”Rêveçûna li Îraqê ber bi şerê mezhebî ve diçe. Ev rewş endişe dide me û bi kêrê dijminan jî tê. Hêviya me ev e ku hemû aliyên Îraqî werin ba hev û li hevûdu bikin”

Back to top button