Hêvî û gazin jî
Erê em dizanin ku bav û kalê me ne xwendî bûn û herdem di gotin di dema me de dibistan tunebûn. Lê baş dîroka xwe nasdikirin û di mejo û bîranînê wan de gelek dem nîşanê wan hebûn weko digotin sala berfa sor yan jî sala xelê yan toşa Amudê.
herweha wekî din jî gelek dîrok bi sitranî di felklora me de hene û navê gelek mêrxasê kurd dengbêja di civata de anîne ziman û sitran û lawik avêtine ser wan.
Li himber jî bêbextiya bêbexta jî aşkere kirine ta dema nuha jî em li wan sitranên şera guhdarî dikin û em henekî dîrokê ji wan sitrana derdixin , divê ku bêjim her tişt di dîrokê de dimîne çiqas biçûk be jî wê derkeve û naye ji bîr kirin.
Mixabin tu carî birînê wisa jî derman nabin bi taybetî jî şerê bira kujî yan dijminatiye malbatê, di demeke nêzîk dostekî min ji mir got ez nizanim kê bavê min kuşt lê ez dizanim ku di şerê bira kujiye de hat kuştin ta îro jî ew mirov gir û kîna wê hêla siyasî di dilê wî deye û xistiye dilê zarokê xwe jî.
Mînakek din jî ez li civatekê bum min mirovek li wir dît ser çavê wî û pozê wî xwar bu di nav gotina de anî ziman ku ew hin mirov ketibun guft û goye de li ser hêzeke siyasî mirovekî xwelî dank li ser çav xist û ew ma wilo ta ku li jînê.
Îca gelî bira dijminatya bira gelekî zore wek ku tê xweyanî di vê dema ku kurdê Rojava pêwistîya me bi hev heye diyare ku hêzên me teva raştine çeka û li himber hevin hema ku ew taye xav bê birîn we gelekî xirab bibe.
Hêviya min ewe her tişt bi guft û goye we çebibe ji bo kurdayetiye hune aram bin ger nebu jî ji bo wa zarokê bê guneh ku sêwî bimînin da go gir û kînê ji hev nekşînin de pêşerojê de.
Bihêlin ku em tev bêjin bavê me di ber xaka mede şehîd ket . min ya xwe got ji dilê xwe derxist dizanim ku wek min nabe jî lê min got.
Xûrşîd Xelîl