Cîhan

Xelata Nobelê ya Aboriyê dan Serokê berê yê Fed Ben Bernanke û Douglas Diamond û Philip Dybvig

Xelatgirên aboriyê yên Nobelê hatin kifşkirin. Xelata Nobelê yê Ekonomiyê, ji bo Ben S. Bernanke, serokê berê yê Rezerva Federal a DYA (Fed) û lêkolîner Douglas W. Diamond û Philip H. Dybvig hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Twîtterê yê Xelata Nobelê ya ku daxuyaniyên li ser xelatên Nobelê tên weşandin de hatiye xûyakirin ku; “ji ber lêkolînên wan ên li ser bankan û krîzên darayî” xelat ji van sê navan re hatiye dayîn.

Bernanke ji 2006 heta 2014 wekî serokê Fed-ê xebitî. Diamond li zanîngeha Chicago û Dybvig li zanîngeha Washingtonê xwendina xwe didomîne.

Back to top button