Polîtîk

Bi çekên giran ketin nav Xaneqînê

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê biryar da ku hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ji Xaneqînê vekişin û hêzeke mezin a Heşda Şeibî bi çekên giran derbasî nav bajêr bû. Nişteciyên nevçeyê ji vê biryarê ne razîne û biryar e xelkê navçeyê sibê li dijî vê geşedanê xwepêşandanekê li dar bixin.

Di êvara roja 10ê Cotmehê de hêzeke zêde ya Heşda Şeibî ket nav navçeya Xaneqînê. Berpirsê Liqa 15 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Cafer Şêx Mistefa ji Rûdawê ragihand ku otomobîlên serbazî û çekên giran li gel wê hêza Heşda Şeibî ye û li hemû tax û kolanên wê navçeya Kurdistanî ya li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bicih bûne.

Navçeya Xaneqînê yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye, ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an kete bin kontrola hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê.

Derbarê sedema çûna wê hêza Heşda Şeibî de Ceifer Şêx Mistefa got: “Ev demek e hêzên asayişa Kurdî li Xaneqînê hatine bêbandorkirin. Biryar e sibe xwepêşandanek li dijî neçalakkirina hêzên Kurdî û zêdekirina hêzên Supaya Iraqê çê bibe, ev hêz jî ji bo rêgirtina li ber xwepêşandanê hatiye.”

Parlamentera Xaneqînê yê li Parlamentoya Iraqê Sûzan Mensûr ji Rûdawê re ragihand, roja 8ê Cotmehê Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemerî hişyarî da ku divê hêzên Kurdî ji navçeyê derkevin.

Mensûr her wiha got: “li Xaneqînê, hêza hawarçûnê, polîs, asayîş û polîsê trafîkê yên ser bi Herêma Kurdistanê ve hene û ew biryar hemûyan li xwe digire.”

Biryar niha ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê artêşa Iraqê derbasî Xaneqînê bibû, ku ji sala 2003ê ve ji aliyê kurdan ve dihat birêvebirin, û berovajî Kerkûk û navçeyên din, hinek hêz li navçeyê mabûn.

Piştî êrîşên 16ê Cotmehê Xaneqîn ketibû bin desthilata leşkerî ya Hikûmeta Iraqê û ji wê demê ve heta niha 24 gundên Kurdan bi temamî hatine valakirin û li bajarokên Gulalw û Sadiyeyê jî kêmtirî 50 malên Kurdan mane.

Back to top button