Civak

Hevkarî sersalê pîroz dike

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HEZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWEDÊ

Peyama pîrozbahiya sala 2013an

Hevwelatiyên hêja,

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê dike, sala hemû kurdistaniyan û ya tevahiya cîhanê bi dilgermî pîroz dike.

Em hêvîdar in ku sala 2013an ji bo neteweyê kurd û ji bo mirovayetiyê bibe sala birayetî, aştî, aramî û sala serkeftina azadiyê.

Daxwaza me ji hemû hevwelatiyan ku ew bi yekdengî û yekdestî di sala nû ya 2013an de, ji bo aştî, aramî, azadî û ji bo pêkvejiyanê berpirsiyariya xwe bigrin û di vî warî de, bi serbilindî xebatê bikin.

Em di sala nû de, ji hemû hevwelatiyên xwe re serkeftin û serfîrazî dixwazin!

29.12.2012
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê

Back to top button