Polîtîk

Sedemên li piştî rûdanên zanîngeha ODTU

Di van deh rojên bihurî de, xwendekarên Zanîngeha Orta Dogu Teknikê rabûne pêdarê û herwekî şerekî rewa dikin dest pê kiribe, ha ye ku xerabat û lecê dikin. Lê belê ew vî şerî li pêşberê kê dikin, ji bo çi dikin û çima dikin, bi awayekî eşkere zelal jî nekirine.

Çendî ku naverok zelal nekirine, lê di rastiyê de naverok zelal e û hem jî rind tê fêmkirin. Lê belê ne rektorê wê sedem eşkere dike, ne dersdarekî wê û ne jî berpirsekî hikûmetê…

Çendî ku siyaseta Tirkiyê dixwaze ku çewa Serokwezîr Receb Teyib Erdogan jî bi lêv kiriye, van rûdanên xwendekaran dixe stûkura Partiya Komarî ya Gel (CHP), lê ew naxwaze niha naveroka meselê eşkere bike.

Di rastiyê de ew rûdanên ku li zanîngehê dibin, Ergenekon û Kemalîst li pêşt wê ne û sedemê yekemîn jî parastina desthelatiya Partiya Be´s a Sûriyê ye.

Ji xwe diyar e ku Zanîngeha ODTUyê, bi ol û rêçik û bawerî û nijadiya xwe, hêlîna komûnîstan e û kadirên dersdar jî tev eynî bîrûbawerî ne. Îcar piştî hatina Fûzeyên Pariotên NATOyê, ew hêzên nediyar xwendekaran xistine nava çalakiyan û van rûdanên wisa dikin ku bala raya giştî ya Tirkiyê têkeve ser wan.

Lê divê neyê jibîrkirin ku demek berê eynî çalakî li Entakyayê jî hate kirin. Yên ku çalakî li wirê kirin, tev komûnîstên nijadperest bûn.

Hêja ye bê gotin ku berî hilweşandina desthelatiya Partiya Be´s a Sedam Huseyn (2003), li Ewrûpayê 15 miulyon kes ketibûn kolanan û Sedamê xwînxwar diparastin.

Niha jî dor hatiye parastina Beşar Esedê kujerê xelkê xwe. Ew parastin jî ji aliyê komûnîst û sosyalîstên Tirk(iyê) ve tê kirin.

Lê belê ew bikin û nekin, nikarin dîktatoran biparêzin. Lewra êdî wijdana giştî ya dinyayê wan desthelatiyan hew radigire.

Em ê jî di van çend rojên li pêşiya me de li pêvajora rûdanan temaşe bikin ka wê emcam bibe çi. 


Rojevakurd:M.Z/Enqere   
       

Back to top button