NB: Nabe em pêşbînyeke mezin ji civînên bi Bexdayê re bikin
Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, di bin seroktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, civiya.
Di destpêka civînê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa nexweşketina Celal Talebanî serokomarê Îraqê kir û got:
– Nexweşketina serokomar di heftiya borî da nexweştirîn nûçe bû gihiştiye me.
– Tevî ku nexweşiya wî cidî ye, lê raporên dixtoran me dilrehet dikin ku, rewşa saxlemiya serokomar ber bi başiyê diçe.
Serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê û danûstandinên bi berprisên leşkeriyên Îraqê re, ji bona çareserkirina aloziyên deverên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bû. Di vê çarçoveyê de Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê Kurdistanê ku, yek ji endamên şandeya herêma Kurdistanê bû, behsa naveroka danûstandinên şandeya herêma Kurdistanê bi berprisên Bexdayê re kir û got ku, şandeya herêma Kurdistanê ji berpirsên hikûmeta Îraqê re gotiye ku, şandeya herêma Kurdistanê hatiye vir daku careke din tekîd bike ku, hemû pirs û arîşe dikare bi rêyên aşitî û diyalogê çareser bibin.
Şingalî got jî ku, şandeya herêma Kurdistanê daxwaza çareseriyeke giştgîr dike û her du aiyan; aliyê herêma Kurdistanê û yê hikûmeta Îraqê piroje û pêşniyarên xwe pêşkeş kirine. Her li dor danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, wezîrê navxwe yê Kurdistanê got ku, her du alî rêkeftin ku, di rojên bên de aliyên peywendîdarên herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê bicivin û pilaneke hevbeş ji bo çareseriyê amade bikin.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê û destpêkirina danûstandinên ji bona çareseriyê, bi gaveke erênî wesif kir û got: “Serdana Bexdayê destpêkek baş e.”
Serokwezîr got jî:
– Nabe em pêşbînyeke mezin li van civînan bikin, lê tevî wê jî, em prensîpê diyalogê red nakin û heta dawiyê dê digel diyalog û çareseriya bi aşitîyê bîn. Bi a me dikare hemû pirsgirêk bi rêya danûstandinê bên çareser kirin.