Li ser komkujiya Robiski re salek derbas bû (Vîdeo)

 

Roja 28.12.2011ê li Şirnex devera gundê Roboski 34 gencên kurd bi êrîşa balefirên cengî yên dewleta Tirk hatin kuştin. Li Roboski komkujiyek bi pilankirî bi tertîb  destê dewletê hat kirin.

Dema bûyer pêkhatî heta demekî deng ji kesekî derneket, medya bê deng bû, civat bêdeng bû. Televizyona bernameyên din belav dikiran.

Li Roboski gundiyan parçeyên termên kuştiyan didan hev cenazê wan bi dewaran bi traktoran gihandin qezayê.

 Piştî deh demjimêran ji nûve nûçeya Roboski belav bû. Ev di dîrokê de ne komkujiya ewil bû li dijê kurdan, dixweyê heta ev mejî û zîhniyet hebê wê ne ya dawî bê jî.

Miletê kurd ji salekîve bi vê êşê bi vê birîna bê derman dijî.
 
Ji aliyê dewletê ve tu daxuyaniyek ji bo zelalkirana bûyerê derneket holê.

Salek li ser komkujiya Roboski re derbas bû. Roboskî her tim di bîra medeye.

Nerîna min :