Civak

Mesrur Barzanî serxweşiya malbata Elçî kir

Bi minasebeta koçbarbûna Siyasetmedar û Parlementerê Kurd xwedê jê razî Şerafedîn Elcî evro Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta xwedê jê razî kir.

Birêz Mesrûr Barzanî di beşek ji vê persenameya han de dibêje: Xwedê jê razî nimûneyeke baş ji têkoşîn, berxwedan û xweparastina aştiyane bû lewre jî çendîn sal di nava Girtîgehan de meye û ji kar û xebatan hatiye dûrxistin lêbelê xwedê jê razî ti carî dev ji hewldanên xwe yên ji bo gehêştin bi mafên reva bi rêyên aştiyane ber nedaye.

Hêvî dikim rêya aştîxwaz û demokratîk ya xwedê jê razî bihêz bibe û bibe rêya bidest xistina tevahiya mafên Gelê me li Bakûrê Kurdistanê de.

Daxwaz ji xwedayê mezin dikim ku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike.

Birayê we

Mesrûr Barzanî

26.12.2012

(KTV)

Back to top button