CivakRojev

Serokwezîr zengilê sala nû ya perwerde yê lê da

rÎo demjimêr 08:00 bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî zengilê destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê 2022-2023 li dibistana Îlon li qezaya Berdereşê tê lêdan.

Li gorî rênimayên Wezareta Perwerde, sê rojên destpêkê yên dewamê, taybet in nasîna xwendekaran bi polên wan û danîna xişteya waneyan. Her wiha di sê rojên destpêkê de wane taybet in bi:

– Hezkirina Kurdistanê û pêşxistina kultura pêkvejiyanê.

– Hişyarî û dayîna zanyariyan li ser aliyên nerênî yên bikaranîna çek û amûrên tûj.

– Parastina jîngehê û avê, wek samenekî niştimanî û awayê baş ya bikaranîna wê.

– Çawaniya bikaranîna teknolojya û amûrên elektironîk û dûrketina ji aliyên wê yên xirap.

– Xwendekar ji bilî sûdwergirtina ji van rênimayîyan, pêwîst e sûdê ji waneyên werziş û hunerê jî werbigirin.

Back to top button