Civak

Li Kurdistanê piştgiriya netewî û biratî

Wek hemû êşên ku gelên cihanê dikşîne, di êşên gelê Kurdistanê de jî du rewşên cûda diyar dibin.

Ê yekemîn; ew mirovanane ku ji ber perçeyek wê gelêne êşa wan dikşînin û ji bo êşa wan bi dawî bikin an siviktir bikin dixebitin.
Hayê me gelleka ji wan tuneye û em wan nasnakin. Lê ew wek ku hewce dike tevdigerin û wesfa mirovatiyê tînin cih.

Serkêşiya rewşa duyemîn jî dugel û siyasetmedar dikşînin. Êş û kerasetên gel wek derfetek dibînin û difikirin ku ji wê rewşê çawa karin ji xwe re parek derxin. Bazirganê hesta ne.

Ew bazirganên hestan wextê alîkariyek dikin wek ku mirovek spî çûbe nav qabîleyek hov û diyariyên kok biribin tevdigerin û profesyoneliya xwe yê reklamkirina xwe nîşan didin.

Di rewşa teng ê welatiyên Rojavayê Kurdistanê de dîsa ew herdu alî derketin pêşiya me. Hineka bêdeng û ji bo wek Kurdek perpirsyariya xwe bînin cih dixebitin. Hinek jî yên di tengasiyêdene ji bîr kirine û ketine teşqeleyê ku çawa xwe bînin rojevê.

Mirovên ku ji bo berpirsyariya xwe ya ku Kurdbûn û mirov bûn li wan dike bînin cih tevdigerin, ji bo Rojavayiyan dest bi xebateke berfirehtir û birêxistinî kirin. Em daxuyaniya hevbeş a MAR-HAS (Komaleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Mêrdîn û Hesekîyan) û Tevgera Ciwanên Kurdistan bi xwendevanên xwe parvedikin.


 
Ji Raya Giştî ya Pejindar a Kurdistanê re

Me wek MAR-HAS û Tevgera Ciwanên Kurdistan, ji bo pirsgirêkên gelê xwe yê Rojava çareser bikin kapanyayek alîkariyê da destpêkirin. Di destpêkê de fikara me ew bû ku mirovên me ji wan konên xerab derkevin û di avahiyan de bi cih bibin û pêdiviyên wan ê lezgînî wek cil û berg û xwarin bên temînkirin. Di vî warî de em spasiya xwe ji hemû mirovên pejindar pêşkêş dikin.

Ne tenê li Qoserê, di serî de Nisêbîn di bajar û navçeyên din de jî Rojavayî yê Kurdistan ku rewşa wan xirabin hene.

Me wek MAR-HAS û Tevgera Ciwanên Kurdistan, ji bo malbatên hewceyî alîkariyê û pêdiviyên wan diyarbikin hewldan. Gellek malbat di temînkirina êdiviyên xwe yê bingehîn pirsgirêk dijîin. Armanca me ew ku em him pirsgirêkên wan ê xwarin, cilû berg, navgînên gerbûnê çareser bikin û him jî ji bo di karên ku pere hewce dike -wek kirêya xanî- pirsgirêken wan bi temamî safî bikin.

Em bawer dikin ku gelê me yê pejindar wê alikariya ku hewce dike bike û em ji niha de spadarê hemûyan e.

MAR-HAS (Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Mêrdîn û Hesekîyan)

TCK (Tevgera Ciwanên Kurdistan)


Têkilî
:

Navnîşana Komeleyê: HAS-DER. Devrim mahallesi, İsmail Irmak sokağı no: 11 Nusaybin/MARDİN

Reqema Telefonê ya Serokê Komeleyê îsmaîl Bûbê: 0 544 663 78 31

Email: [email protected]

 

Nasname.com

Back to top button