CivakRojev

Salvegera Enfalê li Badînan

34 sal ji berî niha, di 25ê Tebaxa 1988an de, rejîma faşîst a Baasê ji bo qirkirina gelê Kurd li herêma Badînan û temamkirina her du planên Enfalê dest bi qonaxa heştemîn a Enfalê kir.

Artêşa Iraqê bi dehan sivîl kuştin, bi sed hezaran kes wêran kirin, bi deh hezaran welatî koçberî sînorên Tirkiyê bûn û malên xwe terikandin û li kampên “Mûş, Diyarbekir û Merdînê” bi cih bûn. Bi hezaran hatin girtin û şandin keleha Nizarkê li nêzîkî Duhokê û zindana Selamiyê li Mûsilê, hinek ji wan ji bo Tobzawa li Kerkûkê  hatin veguhestin û piştre wenda bûn.

Li gorî belgeyan, di navbera 25ê Tebaxê û 15ê Îlonê de, di qonaxa heştemîn a Enfalê de li Badînan 664 gund hatine şewitandin û kavilkirin û zêdetirî 1700 kes hatine girtin û windakirin.

Enfalên li başûrê Kurdistanê rû reşiya sistemên dagirker ên faşît e.

Tişta ku bingehîn dibe sedemê komkujiya Kurdan û wêrankirina Kurdistanê bê dewletbûne.

Îro başûrê Kurdistanê bi awayekî di rêya dewletbûnê de ye. Divê yekrêziyek di nava aliyên siyasî de pêkwerê,da ku bibe demana parastina destkeftiyên herêma Kurdistanê û rêye ber bi dewletbûnê ve xweştir bike.

Back to top button