
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Suzîkî Kotaro Balyozê Japon li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Arakawa Mîkîhîro Konsola Giştî ya Japon li Hewlêrê amade bû, Balyozê Japon ji bilî balkişandina li ser xebata gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê, pesnê rola cenabê Barzaniyê Nemir û Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo hewlên wan yên li mîsogerkirina maf û destkeftên dîrokî ya gelê Kurdistanê kir.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê wê yekê dûpatkir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan babeteke girînge û cihê girîngîpêdanê ye. Her wiha bi kurtî di derbarê hevkarî û hemahengiyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê û cihên dinên Iraqê xisterû ku pêwîst bû bi babetên xizmetguzariyên giştî û dabînkirina av û kehrebe. Serok Barzanî jî spasî Balyozê Japonî kir û hêvî xwest peywendiyên di navbera her du aliyan zêdetir geş bikin.
Rewşa siyasiya Iraq û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê herdem xwazyare û amadeye hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de birêvebiçê.



