
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hilweşandina Mezargeha Îmam Elî li Kerbelayê peyamek belav kir û ragot: Nexweşxaneyên Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: Mixabin me nûçeya herrifîna mezargeha Qetareya Îmam Elî bihîst ku tê de hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn. Nexweşxane û tîmên bijîşkî yên Herêma Kurdistanê bi temamî amade ne ku hemû alîkarîyan pêşkêşî xelkê me yên li Kerbelayê bikin.”