Xeniqandina Menderes hat rojevê
Li Tirkiyê dema Cuntaya Leşkerî ya 1960î ku Serokwezîr Ednan Menderes li girava Yasîadayê hatibû xeniqandin, doza wî niha ji nû ve tê rojevê.
Di wê demê de Burhan Apaydin ebûqatiya gorbihişt Menderesî dikir. Lê belê leşkeran du car wekaletnameya wî betal kiribû.
Apaydin bi daxwaznameyekê serî li serokê Parlemana Tirkiyê da û got ku ”Xwespêrê min Ednan Menderes bêheqî hatiye xeniqandin. Divê ku îtbara wî lê bê vegerandin.”
Serokê Parlemanê jî doznameya ebûqatî, hinarte komisyona lêkolîna li derbeyan.
Gava komisyonê doznameyê xist rewacê, nivîs bo Dadhgeha Makzagon û Wezîrê Dadê re hinart. Herweha Komisyonê biryar wergirt ku heyetek ji hiqûqnasan avabike û dosyaya Menderesî ji nû ve werbêj bikin.
Berî ku serokwezîr Ednan Menderes bixeniqînin, Menderes nexweşekî pir giran bûye. Lê belê leşkeran du doktor ji Stenbolê hanîne û bi wan rabor dane nivîsandin ku Menderes ne nexweş e. Îcar di şûna ku wî tedawî bikin de, wê avêtine sêpiyê û xeniqandine.
Niha cihê dilxweşiyê ye ku Parlemana Tirkiyê dosyaya serokwezîrê xeniqandî 51 sal piştre vedike û dixe lêhûrbûnê.
Rojeva Kurd/Enqere