Civak

Alavên patriotan gihan Tirkiyê

Her ku em nêrê dawiya sala 2012an dibin, ji aliyekî ve hem amadetiya şerejkî dijwar tê kirin û ji aliyekî ve jî tirs û qurfa roja qiyameya ji salnameya Mayayê ku li roja îna li pêçiya me rast tê, xelk jî ketiye metirsiyeke wisan ku êdî ne kêşa wê tê leqandin û ne jî nikla wê trê hesibandin.
Qiyameya şerê germ, îro dest pê kir: Alavanên Patriotan ên pêşî gehan Tirkiyê û li barîgeha Incîrlikê ya Edenê daxistin erdê.
Alavên ku hatine hinartin digel jimareke mezin ya leşkerên Emerikayê ku dê herin parêzgeha Mereşê û li wirê bi cih bibin, niha li  barîgeha Incîrlikê dipên.

Ev patriotên ku Emerikayê dê li Tirkiyê bi cih bike, li ser navê NATOyê ne û ji bo parastina êrîşên hewayî dê bêne bikaranîn. Yanî dema ku sarûxên dûravêj ji Başûr yan ji Rojhilatê ve gava werin, ev Partiot dê wan li hewayê biteqînin.

Leşkerên Emerikayê digel alavên Patriotan îşev wê li barîgeha Încirlikê xewa xwe bigirin û sibehê jî dê bibin rêwiyê Bakûrê Kurdistanê herin barîgeha xwe ya Mereşê.

Back to top button