PolîtîkRojev

SOHR:HSDê operasyonên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re rawestand!

Dezgehê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) daxûyaniyekî de dibide xûyakirin ku, HSDê çalakiyênxwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ’ê re rawestandiye.

Li gora daxûyaniyê; HSDê operasyonên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de bi Hevpeymaniya Navdewletî re pêk dianîn rawestandiye.

Dezgehê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje ku, HSDê piştî ku Tirkiyê di êrîşên dronan yên li Rojavayê Kurdistanê rêveberên HSDê hedef girtine, ev biryar wergirtiye.

Bê guman ev yek babetek girîng ê gotubêjê ye. Taybetî eger HSD di vê helwesta xwe de berdewam be , rewşa li deverên Suriye wek Dêre Zorê û Reqayê dikare biguhere û ev yek bandorekî taybet li rewşa rojavayê Kurdistanê dike.

Back to top button