Biratiya (Quling û Rovî)
Roja 15-12-2012 de tiştê balkêş li Rojavaye Kurdistane çêbûn yekemîn jiwa ku çar partiyê kurd hevgirtinek siyasî dan xweyanî kirin ew partî jî evin (Partiya Demokrata Kurd –El partî,Yekitî, Azadî û Azadî) bi rastî ev karekî pîroze lê ku rastbe ji ber ku em di pir tecruba de bi van partiya ûvan seroka re dirbasbûne, we ev kar pîroztirba ku hersî parti yê ku berê ji jehev cuda û
perçe bibuûn bibûna yek.
Yan jî hersê Yekitî yan herdu Azadî ew xwe bi xwe li hev vegeriyana û paşre yekitîk xurt û durist ava bikirana.
Di destpêke de we mala xwe bi parasta paşre we der û dora xwe bi hev gîhandiba. Ji ber vê yekê pewîst nake ku hun semînar û civîna li dar bixin û em di demekê dene ku her kes dizane ku demek giringe.
Ji bo miletê me ya qemc û çê ku hersê partî dimoqratî li hev vegerin û hersê yekitî jî li hev vegerin û herdu partiyên azadî jî li hev vegerin paşre emê zanibin ku hun karekî durst dikin.
Çêtire ku we çar partiya hevgirtinek siyasî li darxistiye ku di paşeroje em bibînin ku çar bu çil ji ber ku di bîr û baweriya we de hun dibên du seriye berana di mekebkê de nayen kelandin . Ji xwe jî em bi we zanin ku hun dikarin di cê cîde tometa bi hev vekin li xwe bigerin ya durst ewe.
Ya din ku bal kişand ku li gelek malper û rojnamê kurd bilav bu ku partya(PYD) ku perçake ji (PKK) wan u hêzek ji artêşa azad ya ku dijî rejîma surî şerê cek darî dikeya bi navê(anya serkeftî)(cabhat alnasra)ku peymanek bi hevre kirne tişte ku bal kişand piştî ku hardu alya şere hev dikirin û ji hev kuştin ji bilî ku tumat li hev dikirin PYD di gotin evna Erdoganî ne û yen din di gotin ev çeteye rejîma surye ne.
Ne em li heviya PYD ne ku vê ji mer şîrove bike heger karibe ku nikaribe jî em ji ber xweve zanin.
Lê dîrok wê roreşiye her tiştî zelal bike (li gor ku agahî ji Serêkanie tên ji sedî heyşte milet kocber bûye û hêza rejîme jî je reviyane çek danê PYD û cabhat alnasra bi hevra xale kontrole danîne nizanim kontirola çi û kê dikin.
Xurşîd Xelîl
[email protected]
xursid-xelil [email protected]