CîhanRojev

Tirkiye dide dewletek Kurdî li rojavayê Kurdistanê neyê avakirin

Wezîra Karûbarên Civakî ya Tirkiyê da xûyakirin ku, hewl tê dayîn li bakurê Sûriyê dewleteke Kurdî bê avakirin û ew jî hewl didin ku ew dewlet neyê avakirin.

Wezîra Karûbarên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik di serdana xwe ya  ji bo Edeneyê de li ser pirsa vegeradina koçberên Sûrî de ragihand, “Piştî sala 2023an, ti koçberekî Sûrî li Tirkiyê namîne. Em niha koçberan karwan bi karwan dişînin wî welatî.”

Yanik got: “Armanca me ne tenê parastina penaberan e, armanca me ew e li bakurê Sûriyê dewletek Kurdî neyê avakirin. Em ewqas şehîdan vale nadin. Niha Tirkiye li bakurê Sûriyê ji bo dewletek Kurdî neyê avakirin têkoşînê dike. Avakirina dewleta Kurdî li bakurê Sûriyê tê wateya parçekirina başûrê rojhilatê Tirkiyê.”

Berpirsên Tirkiye piranî van daxûyaniyan ji bo siyaseta navxwe ya Tirkiye didin. Ji ber ku tê zanîn ku di vê qonaxê de rojavayê Kurdistanê di bin kontrola PYDê yani PKKê de ye. Tu niyeteka van ku dewletek Kurdi bê avakirin tuneye. Heta ji bo dewleta Kurdî neyê avakirin, ew ji Tirkiye behtir hewl didin. Ji xwe navê Kurdistanê û Ala Kurdistanê jî bi kar naynin.

PYD wek hevalbendek a rejimê kar dike.Heta niha li gora planên heyî dê desthilatdariya PYDê û HSD bibin beşek ji rejima Suriye. Ji xwe di vê derbarê de li ser daxwaziya Rusya Tirkiye jî dest hevdîtina li gel rejima Esad kiriye. Dema PYD û hêzên wan yên çekdar xwe radestî rejimê bi awayek fermî bikin, planên Tirkiye jî dawî tên.

Yek rê heye ku li rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedî statûyekî. Ew jî PYD û hêzên PYDê yên çekdar temamî ji PKKê bêne şûştin û li gel ENKSê peymanekî imze bikin û dewsa bakurê Suriye navê Kurdistanê û dewsa al û sembolên PKKê Ala Kurdistanê bilind bikin. Ji vê pêve tu rêyek din tuneye .

Back to top button