CivakRojev

Husên Kelarî: Ji ber aloziyên Iraqê rêya navbera Hewlêr û Bexdayê qelebalix bûye

Xetên navbera Hewlêr û Bexdayê ji ber alozbûna rewşa Iraqê gelek qelebalix bûne û Rêveberê Giştî yê Hevbeş ya Kirîzan jî dibêje, bi fermî ti kes ji Herêma Kurdistanê derneketiye, lê tê pêşbînîkirin ku xelk derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Rêveberê Giştî yê Navenda Hevbeş ya Qeyrana Kurdistanê Husên Kelarî ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Em bi rastî nizanin ji ber rewşa niha ya Iraqê xelkê Herêma Kurdistanê çima koçî Herêma Kurdistanê kirine. Xeta bejahî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de qerebalix e.”

Her wiha got: “Piraniya berpirsên iraqî mal û vila li Herêma Kurdistanê hene, ji ber wê jî em piştrast in ku eger alozî li Iraqê berdewam bike, ew kesên ku cihê lê dijîn dê malbat û zarokên xwe bar bikin.”

“Tevî ku me tu amadekariyên fermî ji bo pêşwazîkirina xelkê nekiriye, lê dixweyê bi berdewamiya aloziyên li Iraqê, xelk careke din ji deverên din ên Iraqê koçber bibin, her dema ku xelk wek penaber derbasî Herêma Kurdistanê bibin, hikûmet dê tedbîran bigire.” .

Back to top button