Rusya berê xwe ji Esad diguhizê
Cîgirê wezîrê derveyê Rusya Mihail Bogdanov di derbarê rewşa Suriye û helwesta Rusyayê de daxuyaniyek da ajansên nûçeyên Rusyayê.
Rusya heta niha jî pêştevanê Suriye yê herî mezin e. Mihail Bogdanov da xuyakirin ku li Suriye hukumet bandora xwe winda dike û ew dikarin hevwelatiyên xwe yên li Suriye derêxin derve. Mihail Bogdanov got: Mixabin em nikarin serkeftina hêzên opozisyonê bavêjin piş guhên xwe.
Mihail Bogdanov got ku em banga diyalogê dikin. Lê ji bo rûxandina serokêkî ihtimala kuştina sedên hezaran insan hebe em dikarin çi bikin. Herweha Rusya da xuyakirin ku ew ditirsin ku çekên kîmyawî bikevin di destê hinek grubên radîkal de.
Ji aliyek din çikas diçe hêjmara dewletên ku opozisyona Suriye wek nûnerê gelê Suriye qebûl dikin zêde dibe. Herweha daxuyaniya dawî ya Mihail Bogdanov delileke hêdî Rusya jî di derbarê rewşa Suriye de dikare helwesta xwe biguherîne.